Siltan Sahak | |
---|---|
Jidayikbûn | Sedsala 14an |
Mirin | Sedsala 15an |
Hevwelatî | Îran |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Siltan Sahak (jdb. di dawiya sedsala 14. li herêma Barzancih kû îro dikeve parêzgeha Silêmanîyê; m. di nivê sedsala 15.) olzan û mezinekî Yarsanî ye. Ji ola Yarsan re Ehlê Heq jî dibêjin.
Navê Sahak ji bilêvkirina Îshak e û ev nav di Mizgînê de herwiha derbas dibe. Ji aliyê oldarên Yarsanî ve Sahak wekî pêşawayekî pîroz jî tê dîtin. Tîmûrleng di bin bandora wî de dimîne û ji kehanetên wî sûdê werdigire.
Bavê wî Şêx Îzê (an Îzî) jî olzanekî pêşawa bûye. Diya wî Xatûna Rêzbar jî wekî Meryem a xrîstiyanîyê tê tê dîtin û rêzgirtin. Gorî baweriya Yarsan, wî gotina Xwedê ya herî dawî aniye ji mirovan re û herdu cîhan li ba wî yek bûne (bayabaşî pirdîwarî).
Nêrînên wî bi goranî, bi navê Kelama serencam hatine belavkirin. Ew piştî mirinê di ruhê kesayetiyeke pîroz de dîsa tê jiyanê.
© MMXXIII Rich X Search. We shall prevail. All rights reserved. Rich X Search